heta mawe beharî namradî, mêrguzar şîn ka

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  138 views
heta mawe beharî namradî, mêrguzar şîn ka
le nałey bulbulan, baxçołekanî giştî perjîn ka
tenafî řîze řez lêdaw û dar sabatî ser bigrê
ferîk û tałeber, heryek, leberçaw řuḧî şîrîn ka
zemawendî gułan û bulbulan, wek řeşbełek bada
mil û gerdin, çek û xişłî berokan puxt û nexşîn ka
tirumbêl û fiřokan bênekar û, xet bikêşrên baş
le meydanî xebata, herkesê bê espî xoy zîn ka
kesê, ger berjewendî karî diłdarî nedozêwe
le řojî řûnî şewda bê, le xewda des be nałîn ka
jyanî xełke bermawey min û jînîş ke nanasim
çi xawen baweřê bê, ’eqłî nasersengî sengîn ka?!
biłêm naşîrnim řenge le baweşya binûm emma
ke pêy nagem cwanim, çaw ebê sa karî dûrbîn ka
beranber heytuhûtê, ger bwestê gun be destî řût
ebê katî hera pasî tifengî lûleçermîn ka
kuřî kurdim ke dî ’aşiq buwe, bangim kird: kiçe kurde,
beła nagate ew yarey, ke yadî sûrî çawşîn ka
lemêje, her ełêm basêkî lacangî şikawit kem
bełam bîstûme her kes basî ka, xoy kifin û tełqîn ka
ewa serma û şiłêwe ’erd û berdî best û şexten dił
benaxêrî gyanî, taze pişkoPen name karî hawîn ka!