noş bike řawî dił û piř ke pyałey teqela

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  123 views
noş bike řawî dił û piř ke pyałey teqela
fiřke badey ’ereqî qewm û metirsê le beła
baxełit fû de le sed core nuqudî hoşt
řû ke hodey edeb û bigre zirîzey ’uqela
serî mestit bexuła, behrewerît enwênê
herwekû kwêrewerît, soz ehênê be diła
şox û wirya be lenaw komełî xizim û yaran
takû daney diłeket, ew kiçe bîxate mila
em hemû tawu tirîskey lebî kurdaneyî to
çawî piř surmeyî řûnak ehênê be gila
şengebî û şoře seru û taze nemamî ême
şox û serberz û cwan, qametî poşî be geła
bê berin, gerçî wekû gencî xîredmend, bełam
berî ser sîneyî yaran, le beranber esela
zor û kem pêkewe bin qewmeke, bo diłdarî
řê biřon, pêş bikewn, tane mekêşin legeła
řû ke serçaweyî kurdane, bişo, sa ser û çaw
řacîPen name hełbêne dû çawit be ser û řûy mesela!