çawî piř surmey be xwênî ême hêşta řeş deka

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  149 views
çawî piř surmey be xwênî ême hêşta řeş deka
yek biroy lêk da, beser dû zułfî gyanim beş deka
her ke koy kirdin xet û xał û, leb û daney henar
bo fiřê, dayîm le kuncî bêkesî badeş deka
dayşkand em qamete şîrîne, cebrîşî nekird
êk û şeş, xiştey beranber ême êk û deş deka
ger ḧîsabî bade ka, çawî le nadî nazewe
îddî’ayî turk û furs û ’areb û êmeş deka
ger be awî girye řoj û şew cemałî aw bidem
ewdeme çawî dû nêrgiz, kułmî dû guł geş deka
ẍemze piř pêç û penaye û ’îşwe piř naz û firîw
wek terazûy zułfî lew xał û xetaney ẍeş deka
min, be hîway nîwe maçêkî serim xistote řêy
ew, ewa bawêşk eda, yadî des û baweş deka
çon le xoşîda nesûtêm û le naxoşî nejîm
xałî řûy řeş dageřawe û xizmetî kûreş deka
çunke diłber řûy le řacîPen name bêkese, îmřo řeqîb
dem eqûçênê û eqoxê, çawî piştî beş deka!