wam leser xakî weten herçî ḧeya û şerme tika!

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  123 views
wam leser xakî weten herçî ḧeya û şerme tika!
êste maçêkî demî lê exwazim be tika
germ û guř, bezim û hewa, şûr û newa sûřî da
diłberim kewte sema, bade řija, şûşe şika
xoşewîstêke weten, ten be fîday nawî bê
min û toy kirdewe diłdar û nemawîn le şika
řaste serçawe û siprîngî temenxiwaz û temay
wexte can û diłî piř şor ke bixate şetka
awřim lêdewe emcare, îtir yarî weten
gerdenî dujminekanit, bixe bend û petka
nûrî kułmet bigeřê, ta le dû çawim satê
boye dayîm meze û bade le lêwim eçka
dił bû ’embarî hemû zad û zexîre û, piř bû
xermenî derd û xemî diłberî, řacîPen name, le çi ka?!