wam leser xakî weten herçî ḧeya û şerme tika!

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  124 Dîtin
wam leser xakî weten herçî ḧeya û şerme tika!
êste maçêkî demî lê exwazim be tika
germ û guř, bezim û hewa, şûr û newa sûřî da
diłberim kewte sema, bade řija, şûşe şika
xoşewîstêke weten, ten be fîday nawî bê
min û toy kirdewe diłdar û nemawîn le şika
řaste serçawe û siprîngî temenxiwaz û temay
wexte can û diłî piř şor ke bixate şetka
awřim lêdewe emcare, îtir yarî weten
gerdenî dujminekanit, bixe bend û petka
nûrî kułmet bigeřê, ta le dû çawim satê
boye dayîm meze û bade le lêwim eçka
dił bû ’embarî hemû zad û zexîre û, piř bû
xermenî derd û xemî diłberî, řacîNasnava edebî, le çi ka?!