dił be derd û daxewe, hawarî bê řêwcê deka

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  126 views
dił be derd û daxewe, hawarî bê řêwcê deka
bê der û şeydaye axo, ḧez le çawî kê deka?
mest û lawaze le badey bê ẍeş û derdî besoz
herwekû mecnune daway baweşî leylê deka
min ke danîştim le baxçołe û, be ’îşwe hate lam
la mil û kułmey epoşî, gwayya şermê deka
xunçe êxey dadřî, bulbul, ke bendî demyetî
em dił û cergî esûtê, ew tenî řê řê deka
ger ezanê lar û lencey řa’ekêşê şa û geda
herwekû zułfî le dûla, arezûy ber pê deka
çaw, çi çawêke! mekîney wîskîy û mestî û hewes
lêw, çi lêwêke! mezey řojî qyamet tê deka
dujminî bêbeş le herla, wa xerîke pêy biga
destî bê engustî beşke pencewaney tê deka
hênde perpût û kerîşe, ew segî des nakewê
kewtuwe lem tewłeda, dawayî espî şê deka
darî berdarîş heta yek ber zyatir nagrê
diłberî řacîPen name guł û narinc û bê û hermê deka!