hatuço

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  486 views
le kilorî darêkewe
serincim narde jûrewe
wextê serincim hatewe
ewîş wek dar pîr pîr bûbû
le şebeqî zamêkewe
serincim narde jûrewe
wextê serincim hatewe
denke gêlasî girtibû
le kelênî hewrêkewe
serincim narde jûrewe
wextê temaşam hatewe
řehêłe û řêjney pê bû
le dirzî samałêkewe
serincim narde jûrewe
wextê çawanim hatnewe
hezar pepûley bał şînî
’eşqyan pê bû
le kunebay xewnêkewe
serincim narde jûrewe
wextê serincim hatewe
sirwey mor û
temî sewz û
nameyekî teřî pê bû!