ew řojey neçûme derewe

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  503 views
emřo neçûme derewe
witim: cestey xom bend ekem,
ebme qefez
witim: ba řojê em sere bê dûkeł bê
emřo neçûme derewe
ta sîmay azar nebînim
yek řoj keřbûnim hełbijard
ta gwêm le dengî şûm nebê
emřo neçûme derewe
pencerekanim pêweda û perdekanim dadayewe
tê vê û řadyom kujanewe
telefonim bêdeng kird û
cigereyekim dagîrsan
le zeng dira.
ke çûm dergakem kirdewe
nameyekyan daye destim
name piřî bû le qîjey jine torawekey xom û
name piřî bû le jan û
le dengî şûm û le dûkeł
emřo neçûme derewe!