řojane

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  607 views
le «mîtro»da minîş xewnêkî dirêjî kunawderim
hemû řojê çendîn keřet
nîştimanim be tunêlda řa’ekêşim û
çendîn keřet silêmanî ser exem û
şaxî «goyje» da’egirim û çendîn keřet
yadgarim pêwe edem,
eykemewe û çendîn keřet
hêłî wiřênem egořim!
le «mîtro»da minîş xewnêkî dirêjî kunawderim
řaburdûm teqeteqêtî û
le êsteyşda, şipirzeyîm
wagonêke û řam’ejenê û
bo sibeynêş
dîsanewe
tonêlêk û řêyekim: win!