gyane: xwa dezanê min le dûrît qeqnesim
From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
1 minutes
688 views
gyane: xwa dezanê min le dûrît qeqnesim
agirt ger řû bikate diłim her wekû xesim
bê yadî řût henaseyê hełkêşim ew deme
řêgey nefes ebestê zibanî «musedّesArabic»m
řesmî hewałî tom ke nepirsî bê megre lêm
řûm naye, wa xecałetî ew řuḧî eqdesim
namerdîye zemane ke bê abrûm eka
ḧeyranî gerdeşî çepî çerxî «muqernesArabic»m
kem kes heye le nutiq û zubana bê be min
çî bikem? le řastî to hemû dem lał û exresim
herçî eybînî kesme be dił û canî ewîm
emma ke tom nebê le hemû şwênê bêkesim