le çingî em supehre çeng řeşe wek çeng be hawarim

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  405 views
le çingî em supehre çeng řeşe wek çeng be hawarim
biłêm çî zor be çingîş bûm le cenga wa birîndarim
le bed ’ehdî û bedmuhrî em dunyay denî teb’e
be carê çare gûm bû, te’mey guftar û xwênxiwarim
şeřarey dozexêke kewte dunya û řêy beheşt derkewt
ke xusrew bo beheşt çû min wekû dozex şererbarim
zubanî ḧałî tarîx pêy witim wek hatîfî ẍeybî
«kifanî xalda dar alin’îmArabic» û min minetbarim
pîremêrd carêkî tir le jimarey 853y jînda em ẍezeley bem şêweye biław kirdotewe:
le çengî asmanî çeng pişt, çeng û neye nałem
qedim wek çeng çema, çengêkî ma cestem bem eḧwałem
le bed ’ehdî û bedkirdarî em çerxe cefapîşe
le napakî û sefakî ewa, hawarye gişt ’alem
emende xwênřêje, goşey asman wek şebeq sûre
qizłibaşêke turey tîfî řoje lêy eda peyfem
le newroza legeł ew şehsiware cejin û şadîm bû
keçî mangî «miḧirimArabic» hat beserda kewtime matem
le tarîxî wefatîda, zubanî ḧałî lêm pirsî
«kifanî xalda dar alin’îmArabic»m hatote ser dem