dwê şew xîred be twancewe eygut gunahkar

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  428 views
dwê şew xîred be twancewe eygut gunahkar:
zor çak le kirdewey bedî xot bwîte şermesar
řûzerdî way twandimewe hoşim be xom nema
na’ehil xom beramberî eltafî şehryar
ta řoj bebê wiçan zerduxurdiman bû pêkewe
ew serzenişt û min be zubanîkî î’tîzar
pêm gut bedił emem nedewîst xwastî xwa bû, wa
lay bende desełat nîye hem cuz’î îxtyar
hem tirsî ser le pêşewe bû, tund pêy witim
tirs çun ebê le lay ewey dyar bê be merdî kar
pêm gut: ke serniwîşt ewweł bû keçî witî
em ’uzre řast bê nabê bimênê gunahkar
înca witim qeza û qederî xwaye ew witî
her çende qeza heye, eme bo toyşe ’eyb û ’ar
- - - - - - - - - -Missing
- - - - - - - - - -Missing
dwayî witim ke pê le gunahim enêm û bełê
damaw û piř gunah û xetabar û şermesar
çarim nîye be ẍeyrî peşîmanîy û tika
her tobeye ke ’efwî buzurgan exate kar
- - - - - - - - - -Missing
- - - - - - - - - -Missing
gewre ke şêweyekî bizurgî le xwawye
eyken be pêşe peyřewî lutfî girdigar
curmê ke min heme be ḧîsab gewreye bełam
be nîsbet be ’efwî şahî cîhan nayête şimar
de’bî şehenşayan hemû lê burdene û keřem
ger wa nebê kes le ceza nabê řistigar
aw, dar leser ser egrê nuqum nabê bo ewey
perwerdeyetî, nuqmî bika debê be ’ar
- - - - - - - - - -Missing
- - - - - - - - - -Missing
ta asman be piřtewî řoj, řûne, bo cîhan
ta serzimîn teře be nimî hewrî newbehar
«xezraArabic» be nûrî me’deletit řûn û taze bê
«ẍebraArabic» be hewrî mewhîbetit bibête sewzewar