pêncixiştekî salim leser şî’rî mewlana

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 5 minutes  690 views
dił le mîḧnet keyle řêm ken ba le ẍem derçim le şar
emřo řojêke le cem’î merduman bigirim kenar
deste’ejno danîşim bo ḧałî xom bigrîm be zar
«musim ’îd ast û ma numîd az dîdar yarPersian
’almî dir ’îş û nuş û ma û çişim aşkibarPersian»
ey řefêqan bên be merdî çarî em bêçare ken
ẍerqî luccey jerfî derdim lew deme ser ta beden
newnîhalî şadmanîm bo nebê sa řîşeken
«hirkisî ba yar dir gişt gilistan ast û minPersian
z aşk sirxim şid kinar az daẍ hicran lalh zarPersian»
em cîhane xulde bo merdum welê bo min seqer
’umrî şîrînim be tełxî çû leber tûlî sefer
qet le muddey ’umrî xomda hefteyê nemdî ḧezer
«sînh suzan dil firuzan kuçih kuçih dirbih dirPersian
kis mibada himçu min awarh az dar û dyarPersian»
lew deme ta ḧał le dawî dûrîya kewtûme bend
nebwe farîẍ bim be anê qet le afat û gezend
řoj û şew meşẍûłî em zîkirem be awazî bułend
«bînwa û dil pir az xar û ẍirîb û dirdimnidPersian
dist bird dil, sir bih zanu, çişim dir rih, dilifgarPersian»
dête gwêm daym be zarî nałeyî meḧzûnî dił
bêqerar û îztirabe sał û meh qanûnî dił
datepî kaxî murad û têk şika estûnî dił
«bikirihcuyî şid z hir çişmim rwan az xun dilPersian
’aqbit kirdim dwa daẍ firaq sirçinarPersian»
kes nebê «salimPen name» le dunyada wekû min tûşî derd
bênewa kewtûme ẍurbet, natewan û řeng zerd
şî’rî mewlana dełêm û hełdekêşim ahî serd
«xalda gir nîstî dîwanh û siḧranurdPersian
tu kica û kabil û ẍiznîn û xak qindiharPersian»
wergêřanî duwemî texmîseke be destikarîyewe le layen pîremêrdewe:
dił le mîḧnet keyle řêm ken bełku zû derçim le şar
emřo řojêke le cenbey merduman bigirim kenar
deste’ejno danîşim bo ḧałî xom bigrîm be zar
řojî cejne min terîk û bêbeşî dîdarî yar
xełkî xuřrem, min be xuřrem aw le çawim dête xwar
ey řefêqan bêne firyam çarî em bêçare ken
ẍerqî lîtey derdî meḧrûmî buwe ser ta beden
newnîhalî şadmanîm ba neka ba řîşeken
gişt le geştî deşte dawên pir gułałey ał û min
eşkî sûrî daxî dûrî dewrî kirdime lalezar
lew demey dewran le dawî dûrya xistûmye bend
nebuwe aramim be anê qet le afat û gezend
řoj û şew kewtûme waweyla be awazî bułend
bênewaw û dił piř le ẍem, keyl û ẍerîb û derdimend
dest le ser dił, ser le ejno, çaw le řêgey pirsyar
em cîhane cennete bo her kesê û bo min seqer
’umrî şîrînim be tałî çû leber erkî sefer
qet le muddey ’umrî xomda hefteye nemdî ḧezer
diłsûtaw û cerg biřaw, kołan be kołan derbeder
kes be derdî min neçê dûrkewteyî yar û dyar
çend besoze ey diłey sûtaw kize û hawarî to
dîde! ey to em hemû awey ke kirdûte be co
awî zełim û tanceřo wişkin le çawta bê diro
xwênî dil wa hat be çawma bû be cogey «bekireco»
her dû serçawey çemêkin kirdime tasey «serçinar»
wergêřanî sêyemî pîremêrd be destikarîyewe
dił le mîḧnet keyle řêm ken bełku zû derçim le şar
emřo řojêke le cem’î merduman bigirim kenar
deste’ejno danîşim bo ḧałî xom bigrîm be zar
řojî cejne min kesas û bêbeşî dîdarî yar
xełkî xuřrem, min be xuřrem aw le çawim dête xwar
ey řefêqan bêne firyam çarî em bêçare ken
nuqmî lîtey derdî dûrîm, têy çeqîm ser ta beden
new nihalî şadmanîm ba neka ba řîşeken
gişt le geştî deşte dawên pir gułałey ał û min
eşkî sûrî daxî dûrî dewrî kirdime lalezar
lew demey dewran le dawî mîḧneta xistûmye bend
nebuwe aram û sirewtim hîç le afat û gezend
řoj û şew kewtûme waweyla be awazî bułend
bênewa û dił le ẍem keyl û ẍerîb û mustemend
dest le ser dił, ser le ejno, çaw le řêgey pirsyar
em cîhane cennete bo her kes û bo min seqer
’umrî şîrînim be tałî çû leber erkî sefer
qet le muddey ’umrî xoma hefteyek nemdî ḧezer
diłsûtaw û cerg biřaw, kołan be kołan derbeder
kes be derdî min neçê dûrkewte bê yar û dyar
çend besoze ey diłey sûtaw kize û hawarî to
dîde! ey to em hemû awe ke kirdûte be co
awî zełim û tanceřo wişkin le çawta bê diro
xwênî dil wa hat be çawma bû be cogey «bekireco»
her dû serçawey çemêkin, kirdime tasey «serçinar»
«şîwesûr»e eşkî dîdem, peyřewî lafaw ekem
şew biłêsem berze wêney baweguřguř naw ekem
dest şiksitem boye meylî momyay bêxaw ekem
bawe mirdey «bawemirde»m ałbułaẍe çawekem
xozge embîst pêm biłên wa «bawegêłdî» geyye şar
kes nebê «salimPen name» le dinyada wekû min tûşî derd
dû řefîqî ẍurbetin řojî syah û řengî zerd
şî’rî mewlana dexwênim hełdekêşim ahî serd
pêm biłê xalîdPen name, eger to şêt nebê û seḧranewerd
to le kwê û ẍezneyn û kabil, xakî hînd û qendehar