bulbulî şeyda

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  243 views
şemał qurbanî sozit bim, were dił zor perêşane
le des yarî cefapîşe, le jînî xoy herasane
egerçî we’de wa bû, bê be dîdarî diłim şad ka
wefa her nawî mawe, ’ehd û peyman bûne efsane
gułim, hêzî diłim, nûrî dû çawim, taqet û tînim
were bo def’î ẍem carê, bipirse ḧałî dêwane
emin cêgem syakêwe û, be tenyam nîme hawřazê
etoş cêget «gedeLocation» û «lendeLocation» hete jînêkî şahane
emin derdediłim zore, lesed cêřa hełî dawe
etoş xoşî nebê nîte, şeřabit awî ḧeywane
le sayey ’îşqî to wam lê beser hat, řût û bê małim
kesê ’îşqî ḧeqîqî bê, le dinya şah û sułtane
xezane û gułwerêne, şexte daygirt ew der û deşte
denałê bulbulî şeyda, le taw guł mat û ḧeyrane
be kołêk řîşewe zor ’eybe diłdarî le to naye
wekû pîrêk deçî, bermał beşan û biçye meyxane
hełałe û xaw û bîza, seyre lew kwêstane têkçiřjan
were «fatîḧîPen name» řû lew şaxe keyn, sermest û şêtane