gułî sertopî wiłat

bo biray beřêzim «mela qadrî nêzeyî»
From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  234 views
«qaleřeş» hêzî dił û quwetî gyanî, be ẍews
swêsin û sunbil û gyabend û řîḧanî, be ẍews
şîwen û şînyetî dił, bo to denałê şew û řoj
gułî bonxoşî dił û, serwî řewanî, be ẍews
«xilePersonxile: mebest le mamosta mela xidrî mîraweyye.» ger cwane, be to řewneqî bazařî heye
munîsî qelb û, feřeḧ bexşî diłanî, be ẍews
kwêreřêm girte ber û kewtimewe «lacanlacan: deverî pîranşar» be hełe
cennetî ser zewî lay toye dezanî, be ẍews
gułî sertopî wiłatî be qisey xas û xeraw
ḧakim û qazî etoy, merhemî janî, be ẍews
her dełêy dêm û, bełam qewlî beřastî nîye lat
şeq berim řenge le dûrît û nezanî, be ẍews
«xile kwêr» hełkene řojêk û legeł çend kuřî baş
were lam «qale»! şefabexşî xemanî, be ẍews
hênd gutit dêm û nehatî, hemû gyan bûye diro
hênd segî demxełetênî, be zûbanî, be ẍews
«fatîḧîPen name» besîye meřencêne biram kwanê wefat?
dił û gyan û ciger û qelbî hemanî, be ẍews.