derdî fîraq

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  204 views
em diłem sewdazede û yexsîrî ew çawaneye
peřişkiste û, bałsûtawî şem’e, wek perwaneye
mestî badey destî yarim her lepiř bom tê deka
muşterî camî demim, bew came dił dêwaneye
řojî řût nextê weder xe, bo minî sûtawî xot
mang û řoj bêne derê zor cwane lew kaşaneye
girtin û kuştin, cefa û zulimit le ḧed birdote der
kwa ewe layq be şan û şewketî şahaneye
sêberî bałî humam kewtote ser, şadim emin
badenoşî xoşî her wek maçî ew lêwaneye
pîrî serdestey ḧerîfan hat, witî: amade be
bezmî emřoy ’aşiqanman, goşeyî meyxaneye
bew ser û sîmaye ’eybe, biçye bezmî ’aşiqan
pyawî pîr bo xoy nexoş û ḧebsî girtûxaneye
çarî derdî ’îşqî mecnûn wa be des leylaweye
çarî derdî «fatîḧîPen name»ş, ’etrawî ew kułmaneye