cêjnî mewlud

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  266 views
selat û selamî zor biřjêne ser peyamber
řehberî dinya û dîn, menbe’î feyz û huner
dwazdey «ribî’ alawilArabic» mewludî xeyrulbeşer
şefî’î cînin û beşer, řûnakî dîde û beser
řûnak bû dinya be nûr, teşrîfî kirdî zuhûr
xelas bû kîbir û ẍirûr, dînî be heq, kewte der
mela’îk kewtine sema, cubrîle mujdey deda
cařçî bû cařî deda, le deşt û seḧra û le der
mamanî zatî şerîf, ew çwar jinî wa zerîf
be dengî nask û letîf, le ḧucrekey hatne der
le xakî bê awegił, peyda bû yek sûreguł
şîfaderî cerg û dił, bo dił gułî xoş nezer
sweybe mujdey ke bird, ebulehbPerson destubird
sweybePersony azad derkird, her wa dirawe xeber
le mîsir û ḧîcaz û şam, yemen hemûy xas û ’am
be emrî «xîr alanamArabic» dînî ḧeqyan xiste der
řesułî muxtarî min, serdarî nazdarî min
serokî ẍemxiwarî min, bo neşrî dîn day xeber
esḧabî pak û be dîn, serbazî şay muřselîn
bo gyanfîdayî emîn, amade bûn serbeser
taha û yasîn leqeb, quřeyşî esił û neseb
le hoz û tîrey ’ereb, le mekkeřa ço ḧezer