ey nesîmê sibehê ma di mecala seḧerê

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  633 views
ey nesîmê sibehê ma di mecala seḧerê
sed selaman bigehînî ji me wê leb şekerê
nêrgiza nazk û teř neyşekera mest û xumar
dêm duř û le’il leb û muḧteşem û mu’teberê
astanî û şubak û kulek û pencereyan
da bi miskînî û zarî tu bibûsî di berê
ez bi wê qamet û bejnê li te sûndê dixurim
beske ey padşeha min li esîran ẍederê
tozekê bîn bi xwe řa ta bikirîn kuḧlê beser
li terîqa qedema dilberê wê rehguzerê
dêmê bedir û enîyî zulf li ser bûne helek
erqeman ḧelqe û geř dane li dewra qemerê
ne bûyîne ne dibin wek te şepalê di cehan
kê dîyn mislî te sîmîn ten û zerrîn kemerê
ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne ’eceb
me di dil da heye narek ku disojit seqerê!
da bibînî senema min tu bigîn xwe bide xet
bike telxîsê cewabê me ji vê muxteserê
qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn
da me meḧrûm nedîrî tu ji lutif û nezerê
ma bi zehrê şekerî dost bixûnit carekê
’erziḧala ku nivîsî me bi xûna cegerê
lew ku puř şefqe didîrit kerem û lutif û kemal
ah ji dest remz û suřên wê duř û gewher xeberê
bi xudê qet te di dil da ji xudê tirs nehin
dikirî zulim û cefayê tu li min vê qederê
bisk û gîsû ji ḧerîrin qesebin turre û zulf
te ji kafûre beden, xal ji miskê teterê
paşî wan gezmeyê çehvên te melaPen name pê kuştî
ma xedeng dê bikirin qet li me êdî eserê?!