ey şahdê qudsî veke bendê ji niqabê

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  342 views
ey şahdê qudsî veke bendê ji niqabê
ta çendî we sergeşte bimînin di ḧicabê
biskên ji ḧerîrî tu ji nû mawerê lêke
zulfên ji ’ebîrî şeke bavê xem û tabê
qiştên di xwe çîn çîn bide ber misk û zebadê
tayên di ’isabê biřeşîne bi gulabê
her yek bi hezar řeng li bejna te sema tên
xemrî û lef û şetrî û tayên di ’isabê
min can yedê beyzaye ji ’îsa çi xeber dim?
min ateşê mûsa dîye gulnarê şerabê
minnet ku ji bextê xwe û tal’ bi nesîbim
ḧusna teye îro ji me řa çûye nisabê
’işqa me ji ber mewc û ’ecacê bûye derya
wê zîr û zeber kit me bi dest hind û ẍurabê
neh çerxê siphirê ji hewaya te û mihrê
sergeştene ew têk v me řa şubhî ḧebabê
wek ba dilezînî tu kumeydî dibezînî
’umrê me ’ezîzê! bi xudê beske şitabê
ya pê bi zyaret bi me de, ya serê enguşt
destê xwe me avêtîye bê çare rikabê
min řê ji serabê bi şerabê bir û munkir
ḧetta bi ebed teşneceger ma di serabê
serpûş û qibaba meye tesbîḧ û musella
wer da bidřînîn li xwe vê perde qibabê
«lilhArabic» were saqî bi du caman me cwan ke
mutirb bi defê řa bide sêgah û şebabê
wer guh bide nayê ku şirîn qed di semayê
puř ḧelkirne mes’ele vê feslê xitabê
cama ne şekerleb bi me dit ’eynî ḧerame
fetwa we numa ḧaşîyeya şerḧa lubabê
muftî me ney û naye û ney qewlê qedîme
bawer te nehin guh bide ber çeng û řebabê
nerda me çi bazî binumîtin me ji sazê
bendîn di su’alê we guşadîn di cewabê
ez çûme serayê ku şirîn qed di semayê
go: ev ne melaPen nameyê meye? bê perde bila bê!