ey nesîmê seḧerê ma di mecala subehê

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  390 views
ey nesîmê seḧerê ma di mecala subehê
sed selaman bigehînî ji me wê padşehê
’er’era qamet elf neyşekkera şox û şepal
nazka sîmîn ten û xusrew û zerrîn kulehê
di berî da tu bibûsî bi dused zarî û lutif
astan û der û dîwar û şubakên qelehê
nameya cewr û cefa û elem û derd û ẍeman
dî bi destê zerîyê muḧteşemê seru sehê
belkû dilber ji řûyê ’adlî û merḧemetê
řeḧmekê kit bi feqîran û bipirist gilehê
ma ji ber zerb û firaqa te sukûnek me heye?
cerg û dil herdu bi nalîne wekî çeng û jehê
ḧeq dizanit di şevan şubhetî avên di řewan
me bi dil zarî û kalîne ḧeta subḧigehê
«ḧicir esudArabic» bidirit dest zyaret bikirim
nezir min bit bigirim xwas terîqa mekehê
dîn eger bête beha can didirim lê emma
me hezar canê ’ezîzî dihlêtin di behê
perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmî hilîn
da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihir û mehê
qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq
kê nişan da di cehan mislî te xundikar û şehê?
’alemek şehdeyîya ḧusin û cemala te didit
tu zuleyxaya zemanî û çi ḧacet medehê
ḧeq nigehdarê te bit padşeha seru qedan
bi kinarê me feqîran bike carek nigehê
xûbî û dilberî û naz û telettuf bi te şên
xusrewa padşehanî we xudana cebehê
ji ezel ḧeq bi melêPen name daye ji ’işqê qedeḧek
ta ebed mest û xerabîn ji meya wê qedeḧê