latê ḧusnî û şehê xûbanî

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  355 views
latê ḧusnî û şehê xûbanî
bi xwe hem xanî û hem xaqanî
yûsfê sanîArabic tu îro xanim
ku bi ḧusna xwe nedîrî sanîArabic
bi suř û heybet û sehmê xwe perî
bi te şêtin li butan sultanî
bi teblixaneyê şahî were text
ku tu îro şehê kurdistanî
kakulê berde bi ser xal û xetan
ku muselsel binumit řeyḧanî
ismê e’zem me divê çil ismî
ji du ḧerfan bi mu’emma zanî
çi berat bû we bi ser da kakul
çîn bi çîn mest bi tuẍra řanî
te çi ḧacet bi suleymanîyê ḧusnê
xatemek le’le bi gewher anî
çi xet işkeste muselsel ya reb
ku te pê nesix kirî dîwanî
ger çi puř xal û nişanî emma
bi nişanî ku tu bê nişanî
ey perî ḧûrî siriştê her çend
bi beşer ademî û insanî
suřê subḧan te ji ḧusnê dinumit
«eḧsin alilhArabic» ji suřa subḧanî
çi ḧedê ’eqle qyasê te kirit?!
eve burhan ku tu bê burhanî
me temenna ji nesîm xakê řehê kir
pê bikîn dîde û dil nûranî
nefesek bê te me nayê «balilhArabic»
ne tinê řûḧî tu řûḧ û canî
sed hezaran ji te peykan di diln
lê li ser wê me tinê dermanî
te birînên me kewandin dîsa
ji nû agir te li daẍan danî
te melaPen name puř di ceger gezmene lew
we perîşanî û puř êşanî