ey şehenşahê mu’ezzem ḧeq nigehdarê te bî

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  498 views
ey şehenşahê mu’ezzem ḧeq nigehdarê te bî
sûreyê «îna fitḧinaArabic» dor û madarê te bî
her kinarê pêve wergêřî ’inanê himmetê
zuhre bî peykê te û keywan rikêbdarê te bî
da’ma menzilgeha sûra te bit burca şeref
tal’ê ferxunde û bextê se’îd yarê te bî
seb’eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bivê
gerdiş û dewrê ’eceb der xidmet û karê te bî
mahtaba dewletê yek pertewek şem’a tebit
aftaba ref’etê berqek ji enwarê te bî
lam’ê fetḧa ezel berqê ji ber tacê te dit
kewkeba se’da ebed necmek ji seyyarê te bî
berqê subbûḧî ku işraqê li sed canan didit
ew ku keşfa dil dikit řemzek ji esrarê te bî
řayeta fetḧê bi nesra «lim yizilArabic» menşûr bû
şehsiwarê ferrê subḧanî ’elemdarê te bî
ney tinê tebrîz û kurdistan li ber ḧukmê te bin
sed wekî şahê xurasanê di ferwarê te bî
ger çi der iqlîmê rabi’ hatî textê seltenet
padşahê hefit iqlîman selamkarê te bî
çîmena sultanîyê yek laleyek baẍê tebit
gulşena xaqanîyê xarek ji gulzarê te bî
ê ji emrê tey mukerrem serkeşî kit şubhî şem’
ber serê tîẍê te û meqtûlê mûkarê te bî
şahbaz er çend perwazê bi bala bêt û řet
dê di nêv tořa te bêt û seydê şunqarê te bî
şahê puř heybet didêrit lê bi sehmê zêdeha
sa’eta ẍeflet xuya bî kûz di bin barê te bî
her serê dewlet hebit dê her di nêv benda te bit
her kesê ’aqil bitin dê her di çûkarê te bî
ê divê azade bit dê çehvenêr lutfa te bit
her çi istiẍna di dil ber minnet û parê te bî
her kesê qestek di dil dê qestê dergahê te kit
ê di xatir ercû kit dê her řecakarê te bî
ê ne dewletxiwahê ḧezret bit ji nîva can û dil
şubhetî ehlê şeqa ber qehir û azarê te bî
me bi ’eyş û nûş û şahî ew fida ’umrê te bit
çendekê salek mucedded bêt û bê zarê te bî
her kesê ne ji can du’ago û senaxwanê te bit
girtîyê qeyda te û amancê nûbarê te bî
medrekê ’ilmê zemîrî şemmeyek wesfa te hat
wer ne kî ’alim bi şe’nê qedir û miqdarê te bî
qest û daxwaza melêPen name da’im ji can û dil eve
her di benda xidmetê pêşdestê dîdara te bî