ey dil were weqit û mecal, da keyn senaya hindîyan

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  394 views
ey dil were weqit û mecal, da keyn senaya hindîyan
’ebdal bibîn em la ubal, dîsa ji dest wan xemrîyan
dîsa ji dest wan sorgulan, percan ji xal û filfilan
perde ji tayê sunbulan, bend bû ji dava bendîyan
bend bûm bi dava ’enberîn, şaha ji min perda berîn
řengên syah dê pêk berîn, da bêne cengê cindîyan
da bêne ceng û ḧerb û şeř, zulfa ji qewsê bê weter
têk da xuřîn turk û teter, deng tête nêva mestîyan
bestim bi dêm ez bûm medam, çûne ji dest min ’eqil û fam
mecnûn ezim seḧra meqam, dil kefte zarê nef’îyan
ef’a li ser wa silsilîn, řeşmar ji durcan kemmilîn
diber da binêr baẍê gulîn, da’im xeyala ḧebsîyan
meḧbûs ezim zindan qefes, şahî ji min girtî hewes
zaẍa ji dêmê řeng weres, mexlûq ji miskî cismîyan
mexlûq ji miskî řeng cesed, dindan û lêv le’il û bered
peyda nîye ew řeng çu qed, ne meẍirb û ne şerqîyan
nîne di şerq ew řeng zerî, insaneke mislî perî
mewla ji nûrê aferî, na’êt ji wê dîn wesfîyan
na’êt ji wê dîn wesfetan, dêmê şemala zulmetan
serdare ta insanetan, idrak ji wê girt eslîyan
eḧmed mebe cewr û cefa, tu terk meke emrê îlah
lew ’aqbet dê bîn fena, bigirin terîqa şer’îyan