bûyîn çolex û kevtîn metbexa mîr
From the Book:
            Dîwanî Melay Cizîrî
        By:
                Malaye Jaziri (1570-1640)
        
             1 minutes
             1415 views
        
        
    bûyîn çolex û kevtîn metbexa mîr
qewî zulme li me miskîn û jaran
ji duhnê sunbulan û xûn û goştî
firax şew bûn bi me seyrên biharan
me heskû bû qelem sunbul di wê de
syahîn em wekû kevlên di maran
ji bihna cilk û pelkê dû bwe ’ûd
me wê zanî qewî ’ilmê giraran
me dest û pê mudam her bi birînin
ji ber zerbên bivir tevşên tiraran
we eclafîn ku na’êt jê xeberdan
ji bihna zinxîya pîst û ’yaran
qewî zeḧmet çîye têda kilahî
selam û sed selam li remzên kufaran