şox û şengê zuhre řengê, dil ji min bir dil ji min

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  857 views
şox û şengê zuhre řengê, dil ji min bir dil ji min
awřên heybet pilengê, dil ji min bir dil ji min
wê şepalê misk xalê, dêm duřê gerden şemalê
cebheta biskan sema lê, dil ji min bir dil ji min
zulf û xalan nûn û dalan, wan ji min bir dil bi talan
goşeyê qewsê hilalan, dil ji min bir dil ji min
dêm nedîrê bû ’ebîrê, xemrî û gîsû ḧerîrê
sîne kir amancê tîrê, dil ji min bir dil ji min
suř şirînê nazenînê, kuştim û nakit yeqînê
wê bi çengala evînê, dil ji min bir dil ji min
fetil û taban da ẍuraban, ebleq û cuhtê şibaban
dame ber pence û kulaban, dil ji min bir dil ji min
xweş xeramê ez ẍulamê, nazkê şîrîn kelamê
tûtîya eywan meqamê, dil ji min bir dil ji min
mahřûyê misk bûyê, suř pilingê şêr xûyê
wê bi zulfa şubhî gûyê, dil ji min bir dil ji min
herdu çeşman naz û xeşman, kê ji ber wan ’eqil û heş man
sa’eta min dî bi çeşman, dil ji min bir dil ji min
mahtabê aftabê, dêm ji řojê, şeb niqabê
xweş bi çengal û kulabê, dil ji min bir dil ji min
«sirunazPersian»ê serferazê, şubhî zêř řemza mecazê
dame ber çakûç û gazê, dil ji min bir dil ji min
bejin û bala tox û ’ala, min kirin vêkira mutala
çîçeka terḧên wala, dil ji min bir dil ji min
mîrê ẍazî şîrê tazî, vêkřa min dîn bi bazî
kir li m ji ẍeflet ve gazî, dil ji min bir dil ji min
şîr û xiştin zulf û qiştin, hin veşarin hin we hiştin
pehlewanan dest vemiştin, dil ji min bir dil ji min
ruhnîya çehvên melaPen nameyî, ew tecellaya te dayî
ya ji eḧmed dil řevayî, dil ji min bir dil ji min