peyweste dû ebrû li me meḧbûbê kişandin

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  402 views
peyweste dû ebrû li me meḧbûbê kişandin
sed gezme peyapey li ezê xeste řeşandin
tîrek ji kemanê ẍezebê da cegerê řîş
mil dane ber û ser ji du goşan veweşandin
cuhtê esedan pence li ser sîne nihandin
kullab gihandin dil û hestî heřşandin
birhên te ji qudret ku numan goşeyê i’caz
peyweste kemanan li guhan goşe kişandin
mihra te di canê xwe ji dil xef kirbû min
dil çû ceger û sîne li ser can feşandin
nûnên te hilalî bi qiran yek ji suřa ḧeq
bê ’eyb li dêmê qelemê ẍeybê kişandin
neqqaşê ezel ismê cemalê ku nivîsî
ḧerfên te mucessem ji suřê taze řeşandin
reyḧanî û dîwanî û hem suls û muselsel
yek yek we hezar řeng ji ḧusnê neqşandin
ev ayetê nûrê ji melaPen name řa ku nivîsî
katib ji suřê nuqte bi zîrabê feşandin