were canim ku çi nazk weresîn

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  475 views
were canim ku çi nazk weresîn
ji gul û nesterenan em te besîn
tu şehenşahî besî min ji butan
ne muḧb her ne kes û xar û xesîn
ji xwe xanim vedî nakî me bi tîẍ
tu nebatî we li teb’ê megesîn
«hir şibim ni’reznan ta bih siḧirPersian
bih sig kwî tu raPersian» hemnefesîn
bê tu «balilhArabic» nebûyîn yek nefesek
me tuyî řûḧ û mucerred qefesîn
cezbe dil řadhejînit ji me lew
di şeban nale ji řengê ceresîn
me ji zulfên di syeh řeştire bext
seḧerê bêt perî pê neḧesîn
were meyxaneyê şahd peresan
şem’ê mecils te nebîtin çi kesîn
me ji narî dîye nûra te di dil
lê ji ’işqa te her ateş peresîn
’eynî ’işqîn û di dil ateşê tûr
ji sena berqê cemalê qebesîn
te divê dawî biřî bit nihe da
bibiřim ser bi du enguşt meqesîn
ger çi yekser li řexên fîl sifet
řast û çep bazî li seyrê feresîn
bi meyê safî bidîn xirqeyê zerq
bi xerabatê muẍan er biřesîn
em qedîm bade dinûşîn ji tehûr
lew muqîm mest û xumar û telesîn
me şevan cam di kef yarê di ber
hey hey û suḧbet û mîrê ’esesîn
me seraperdeyê ḧûrane meqam
ji syeh zulfê butan er veřesîn
me ji kef bade dibir camê bi xef
«baliḧqîqitArabic» lew di ’işqê peresîn
qelbê e’yan dikirit ḧubbê wucûd
’işq iksîre û em sîm û mesîn
mulhimê ẍeybê we imla dikirit
meded û feyz ji «ruḧ alqidisArabic»yin
cewherê ’alîye ’unsur me melaPen name
«baliḧqîqةArabic» ne ji xwar ustuqusîn