îro ji ḧusna dêm duřê, dîsa helak û serxiweşîn

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  537 views
îro ji ḧusna dêm duřêAlternative Versions: dilberê, dîsa helak û serxiweşîn
řemzên di wê şîrîn suřê, suhtim bi pêta ateşîn
suhtim bi berqa lam’e, ew necim û bedra tal’e
şemsa sema’ê rab’e, lew puř ji şewqê şewwişîn
puř şewwişandin wê dile, zulfên syah ser dan mile
tořa muxalf silsile, selwa ’eqarb lê meşînAlternative Versions: dil gestîyê marê řeşîn
selwa ’eqarb lê weten, ew nazka nûrîn beden
qendê diřêjin gufit û ken, biskan di lê kir baweşîn
bisk hate ser lê bû belav, ḧemyan di hev girtî xunav
ew fennere wê řû di nav, dil bendê wê mahê geşîn
biska syah ře’naye mest, yek dî bi ḧeyran pêve řest
ḧemyan bi mestî ḧelqe best, der bendê ew zulfa řeşîn
êsîr kirim zulfa çelek, ew ḧûrîya şubhet melek
tîr dan ji řeştozên helek, mecrûḧê qewsê peřweşîn
tîr dan ji qewsê mal zirav, ew gewhera puř şewq û tav
sotin li min cerg û hinav, lew têk ji cergê herirşîn
cerg û cesed têk suhtine, lew xef xedengan nuhtine
ji qewsê hilalî jih tune, ḧeyranê dêmê mehweşîn
hem bedir û hem zuhraye dêm, ji wê ’alema kubraye dêm
xweş destixet û tuẍraye dêm, ḧerfa ji miskê řeş weşîn
lewḧê ji nû sîqal bidin, herdem ji nû ve xal bidin
da dil bi yek dî pal bidin, nuqtan ji zîrabê weşîn
zulfa syah ’enber bike, xemlê ji zêrê zer bike
zerbaf û dîba ber bike, misk û gulavê lê řeşîn
mawerke terḧ û bişkowan, cîranê berg û lu’luwan
ew ’er’er û selwa cwan, şetrî bi mestî lê xweşîn
şetrî û tayên sor û zer, bayê nesîm lêda seḧer
li cebhetê hejyan dû peř, lewra sukara bê heşîn
meşha seḧer yarê şefîq, da min bi enguştên ’eqîq
ji wê badeya nûrîn řeḧîq, mexmûrê xemra bê ẍeşîn
mexmûrê bê camê ezim, yeẍmakirî řamê ezim
çavnêrê peyẍamê ezim, perwaneyê şem’a geşîn
perwaneyîn sotî kebed, dilber ji ber burca esed
tîr dan ji řeştozên semed, lew têk ji xûnê neqqişîn
kuştim bi qewsê ’enbere, şoxê ji dil mil dan bere
êxsite dil sed pencere, ev řenge em miḧnetkeşîn
miḧnetkeşîn řûz û şebê, der furqeta şîrîn lebê
zulma ji ber destê te bê, ew ’edle em puř pê xweşîn
zulma tu kî puř pê xweşim, suhtî dilê hicrankeşim
mislî peřengê ateşim, řûḧek mucerred bê leşîn
min dî seḧergaha «elistArabic», camek ji kewser dost di dest
jê da melêPen name lew maye mest, ḧetta ḧeyatê serxiweşîn