ez nizanim sebebê, yarê çiřa dûr kirîn

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  413 views
ez nizanim sebebê, yarê çiřa dûr kirîn
şahê şîrîn dehenan em ji xwe mehcûr kirîn
şibhî go bê ser û pa bûme li ber zerb û şekan
lew bi çewganê cefaya xwe ji dil hûr kirîn
da me sed camê firaqê ji xwe ẍa’ib nebûyîn
ji wisalê qedeḧek da me û mexmûr kirîn
nûrê çeşmê me ku ’alem me bi çeşmên te didî
bi cemala xwe te wek dîdeyê bê nûr kirîn
nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek
ji te hat emrê humayûn te we me’mûr kirîn
me dizanî ku tu dê «’aqibة al’emirArabic» çi kî
lebê le’lê şekirîn ah ku meẍrûr kirîn!
zerreyek bûm di hewaya te di wêraneyekî
mislî řojê bi şu’a’a xwe te meşhûr kirîn
ji «ena aliḧqArabic» bi lebên le’il xeberdar bûyîn
bi kulaba serê zulfa xwe te mensûr kirîn
munserf ma dibûyîn em bi dused carrî melêPen name
lê bi wê kesir û izafê v xwe mecrûr kirîn