îro ji şehkasa suřê, mey hate fincana sedef

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  401 views
îro ji şehkasa suřê, mey hate fincana sedef
minnet ku îro dêm duřê, da min meya ḧusna xwe xef
xef da me cama kewserê, şêrîn qed û leb şekkerê
bayê seba da çenberê, hatin sema şetrî û lef
şetrî û zulf û belg û peř, hemyan li dêm de’wa û şeř
îlan li selwa bûne geř, ’eqreb xuyan «az hir tirfPersian»
’eqreb nehin ew sunbuln, bû’enber û dava diln
nîşan ji misk û filfiln, wan sîneyê min kir hedef
da sîne cuhtê tîr xweş, qewsê hilalê tozřeş
yek tîrê puř kuştin li meş, xûnê di cerḧan daye kef
min xûn bi co têtin ji dil, ew bazîyê bê tor û sil
dakefte nêv tořa qizil, qumrî nehşitin řef bi řef
řef řef nehşitin zaẍ zaẍ, danîne dil min daẍ daẍ
dê kî bimînit saẍ saẍ, westane leşker sef bi sef
sef sef me dîn hindî û zeng, cengîz hat teymûrê leng
xef wan řeşandin dil xedeng, teşbîhî tîrên xan şeref
tîrek ji qewsê mal zirav, bê dil tu wî bavêje nav
xûn tê puřî teşbîhî av, feryad û efẍan sed esef
can dê bidit ew mal xerab, her sîneyî cotek ẍurab
têda birin pence û kulab, wî can di dest û řûḧ di kef
canê melêPen name řûḧa melê, nûra ji qudret nuqte lê
řemzek nihîn da min welê, nalî ji ber wek nay û def