ser didit abê kewserê, zemzemeyê semayê zulf

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  486 views
ser didit abê kewserê, zemzemeyê semayêAlternative Versions: zemzeme û semayê zulf
saye numaye xawerê, sidreyê muntehayê zulf
saye numayê cebhetê, neqiş û xetê ji qudretê
nuqte û ḧerf û cezmeAlternative Versions: cezbe tê, bal û peřên humayê zulf
bal û peřên sifet huma, saye li cebhetê numa
xemrî û zulfAlternative Versions: û lef çûne sema, yek bi yek ew li bayêAlternative Versions: li payê zulf
netirk û belg û şetrîyan, řeqse ji řengê xemrîyan
baz û ’uqab û qumrîyan, seyre seḧer bi tayêAlternative Versions: tebayê zulf
her me ji burcê sunbule, pence di sîne û dile
dûr û diraz û muşkile, qisseyê macerayê zulf
bestine zulf der kemîn, ḧelqe bi ḧelqe çîn bi çîn
yeẍme dikin dilan nihîn, nîne yeqîn xetayê zulf
řom û ’ereb ji her teref, ceng û sewaşe wan bi xef
hindî û zengî sef bi sef, hatne ber lwayê zulf
her dem û her se’et ji nû, pête di sîne nar û dû
sebir û qerarê min ji kû, ’aşiq û mubtelayê zulf
zulfê syahê bê wefa, qet me nedî ji wê sefa
kuştime ez bi sed cefa, ah ji dest cefayê zulf
zorAlternative Versions: zar û feqîr û mubtela, zahd û sûfî û mela
kuştine ew bi sed bela, kes nekevit belayê zulf!