çûme temaşa çemen

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 3 minutes  481 views
çûme temaşa çemen, taze gul û nesteren
ẍunçe û bişko bi ken, çîçek û nesrîn semen
têk seḧer mest bûn, muḧbetekê xwest bûn
zulfekê ew best bûn, ’eqrebîyan gest bûn
yek bi yek ew xemmilîn, buẍçe bi wan kemmilîn
bulbulê suhtî dilîn, têk ji wan dest bilîn
dil bi meyê bête saz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz
bulbulê ḧeyran hezar, naleye wan zare zar
ẍunçe leb û gul’izar, nazkê zêrîn hezar
hin geş û hin ẍunçene, pêşî yekin ẍuncene
puř suř û puř ’işwene, ’aşiqê ḧusna xwene
pertewê ’işqêAlternative Versions: şewqê ji ḧeq, sed sifet û sed neseq
ew diderin yek şefeq, lew me řewan tên sebeq
me’irfetê řemz û naz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz
muẍnî û sazendeyn, lê biAlternative Versions: puř di mecala meyn
xef ji suřa perdeyn, bêje meAlternative Versions: jê bi bihin tu mujdeyn
zêde bi ḧusnin di qenc, şox û şepaln di ẍenc
lê me ewan zêr û genc, da me ewan sed şikenc
can bide wan dilkiřanAlternative Versions: giran, gewher û le’il û duřan
bexşe bi şîrîn suřan, dil bi xwe bir awřan
zerme kirîn iḧtiraz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz
lat û but û sîmber, qamet û qed ney şeker
gufit bi qendê di teř, wan li me kerkir ceger
weh ku çi şîrîn lebin, ẍebẍeb û dêm kewkebin
kakul û gîsû şebin, zulim û cefa meşrebin
ḧûrî û şehzadeyek, dêm gul û leb ẍunçeyek
borîyê ḧeq şîweyekAlternative Versions: şepweyek, naze neman ẍunçeyek
řim me di dil çû wigaz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz
puř xeclîn sîm û zer, ẍeyrî li terḧên di teř
belg û wereq tac û serAlternative Versions: peř, zulf li ser bûne geř
dil bide wan pişkowan, lu’lu’ û ’eqid û gowan
’er’er û serwa cwan, da tu bi wan bî cwan
nazk û xûb û zerî, řeng melekin suř perî
dêm duř û leb gewherî, lê bibe can muşterî
ḧusin û cemala bixiwaz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz
gulşenê baẍê irem, ney şekerên muḧterem
cumleyê ehlê ḧerem, zemzeme wan subḧidem
perdenşînê xumar, dêm ji xettê ẍubar
řoj bi ḧusnê veşar, puř li mulûkên kubar
’er’er û serwan cwan, yasemen û erẍewan
rûḧ ewn û herAlternative Versions: hem řewan, dê dil û can dîn bi wan
lat û butê dilnewaz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz
dil bi şepalan bide, bi ask û ẍezalan bide
sîne bi talan bide, rûḧê bi xalan bide
nûrê çirayê diln, çihreguşayê diln
şeyx û melayê diln, qiblenemayê diln
ke’be û eswed ḧecer, perde hilînin ji ber
lazme yek secde fer, secdeyê şukirêAlternative Versions: sucdê biber
da tu bibî serferaz, řewzeyê baẍê mecaz
mest û xeraman bi saz, lê dimeşin sî wiqaz