tu dizanî bi xudê min tu xeyalî şeb û rûz

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  533 views
tu dizanî bi xudê min tu xeyalî şeb û rûz
bi xeyala xwe medam min tu li balî şeb û rûz
her bi mîzan diřeşînî cegerê tîr û xedeng
ji neseq sa’qe me ji qewsê hilalî şeb û rûz
mislî goyîn te řewan nale ji dil tên miskîn
em nizanîn tu çiřa her we dinalî şeb û rûz
te ji feryad û feẍanan bi xwe bulbul keř kir
ellah ellah! ji çi derdî we dikalî şeb û rûz
xuzya min bidya ew qed û balayê şirîn
her dema ew ku bimeş tê bi delalî şeb û rûz
da ku dilber qedemê lê binhed řewşen kit
lew tu xûnê we ji çehvan vedmalî şeb û rûz
te tinê zewq û sefa kir bi seyên dilberê řa
serinxûn geh şubî nûn geh wekû dalî şeb û rûz
fetweya pîr û melaPen name yan tu bi ilhamê nebî
vê meyê her we dinûşî bi ḧelalî şeb û rûz