tûrim bi dil û peyrewê musaym ez

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  463 views
tûrim bi dil û peyrewê musaym ez
ateşperesê nûrê tecellaym ez
barî ji «wi’ilimArabic» ku xeberdar kirîn
îro tu bizan ademê esmaym ez
inşa’ê ’ulûmê ledunî çunke m zanî
zanî ku bi ḧeqîqet çi inşaym ez
ḧerfên řeqemê lewḧê wicûda me bixûne
da qenc bibînî ku çi imlaym ez
zahir tu perîşanîyê ḧalê m nebîn
mecmû’e di zatê xwe û tuẍraym ez
’alem çye? i’rab û ḧurûf û kelmatin
ew nuqte di nefsa xwe û me’naym ez
sed nîl û furat tên diderin qelbê me lê
pê naḧeshîn qulzum û deryaym ez
sed neqil û rwayet di meya saf û mûyek
îro ku ji pîrê xwe bi fetwaym ez
peyweste tu her bangî mekî şubhetî ney
bê yar û mey û saz wekû naym ez
herçî te divêtin ji me wer can bi xwe bit
cana bike ferwarê vewestaym ez
tu ji nusxeyê tewḧîdê mexûn ayetê nefyê
bê aletê isbatê ku «îlaArabic»yim ez
sed şîş li dil dane ji mihrê me melaPen name
lew her bi fiẍan mislî ney û naym ez
îro tu bes bike luqmanîyê xanim
lutfek bi melê řa bike sewdaym ez