cana ji cemala te muqeddes qebesim ez

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  665 views
cana ji cemala te muqeddes qebesim ez
ger xûb û perîzade nezer kî te besim ez
mislî mehê new ger te divêtin me bibînî
mêze bike camê tu dizanî çi kesim ez
yeẍma ji me can kir ku tecellayê li dil da
min rûḧê di qalb tuyî tenha qefesim ez
ḧubba teye min řadhejînî ku binalim
şeb ta bi seḧer nale ji řengê ceresim ez
min go: mehê new çaşnîyê ebrûyê yarî
go: min çi ḧede şubhetî ne’lê feresim ez
saqî ji ezel yek du qedeḧ bade bi min da
ḧetta bi ebed mest û xumar û telesim ez
cana tuyî min can gulîyê xar çi kerem pê
minnet ku ne wek bulbulê miḧnet ’ebesim ez
sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te
yekser tu nebatî we li teb’ê megesim ez
ger weh! te divêtin bibřî ser bike ferman
da vê se’etê ser bibiřim xweş meqesim ez
ser ta bi qedem er bisujim şubhî melaPen name
perwane sifet suhtim û bê sewt û ḧisim ez