qewî meşhûr bîye navê te mela

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  503 views
qewî meşhûr bîye navê te melaPen name «xisimة ’işirArabic»
tu bi şi’ra ne te gotî xwe dikî qend û şeker
duřřê nasufte dihûnî me nedî miplî te qeg
ne di semtê ’ecemê da ne di iqlîmê teter
ev çi şi’ir û ẍezeln, mediḧ û penaya xwe dikî
di civatan we di tê me tu bi te’in û xeber
çi teqlîd û xitabin çi bitatin tu dikî
serî vêřa dihejînî bi dûsed ah û keser
tu dizanî di fink da nemekanê ẍezelane
çi buha nîne meta’ê te eya bê ser û ber
dest û payan ji beřê zêde bikî dê te bikim
mislî ḧemmadê ’ereb her wekî şeyx anî bi ser
eḧmedim sîne siper pêşberî tîra felekê
de’wedarê te me îro tu ji deḧlî were der!