xelqo li min kin şîretê

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  653 views
xelqo li min kin şîretê, ew dilbera zerrîn kemer
min dî di ḧalê ẍefletê, hat der ji burcê wek qemer
hat der ji burc û penceran, dil girt û da ber xenceran
ev řenge ḧalê dilberan, lew ’aşiqan xûn bû ceger
qelb û ceger min bûne xwîn, lewra ji minAlternative Versions: lewra ku nû, lewra ji nû derbûn birîn
ey can were ḧalim bibîn, wer rûḧ ji qalb bîne der
canê min er bê ser cesed, mizgîn bi xaqanî řesed
’alem ḧemî pê bin ḧesed, insan û cinin û canewer
’alem ḧemî têk bûne sef, seyrîn li şahê min bi xef
hatin temaşa çar teref, şatir xumar tayên di ber
hat padşahê puř sipah, qamet elîf dêm şubhî mah
dad û meded sed ah û ah, zulf û ’eqarb têne ser
kuştîme xelqo ’eqrebê, mestimAlternative Versions: sohtim ji şewqa ẍebẍebê
tal’ tinê min di kewkebê, îro ’eqarb têne der
îro ’eqarb hate xwar, çû nêv baẍêAlternative Versions: danîn di baẍê gul’izar
ev buẍçeya her lê buhar, lew bulbulan lê qał û şer
bê ḧed ji dil nalî ku’eyb, di ew buẍçeya riçwanê ẍeyb
van nalîyan nînin tu ’eyb, suhtîne em dil bû seqer
sotin li min cerg û hinav, werdên di hûrAlternative Versions: wan sorgulan girtin xunav
zulf hate ser lê kir belav, bayê nesîm weqtê seḧer
tirsim muxalf ba detê, zulfên di dora cebhetê
řakit qyam wê sa’etêAlternative Versions: řakin qyama sa’etê, ’alem bibit zîr û zeber
zahir dibêjim pendigîr, da dil nedî zulfa ḧerîr
şubhî melêPen name dimînî esîr, guhdêre qewlê mu’teber