derê meyxaneya ’işqê seḧer ’arf zyaret kir

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  533 views
derê meyxaneya ’işqê seḧer ’arf zyaret kir
bi abê çeşim û xûwnê dil wizû best û teharet kir
werîn cama hilalî da ji ’eksê mahê new bînî
ku xanê mihir û cergê çerx û xewanê rûze ẍaret kir
bi mîzan qewsê mahê new bi wechê dilberê min dî
ji çeşim û guşeyê ebrû bi dor camê işaret kir
bi ebsaran nezer min çû ji çerxêAlternative Versions: bi ebsara nezer min kir li dorê qewsê ebrûyan
şukurxiwazîn ku çehvan kar ber ’eynê besaret kir
ji ber dêmê niqab avêt û destûra tewafê da
di se’yê beyt û iḧramê we min eswed zyaret kir
di dîdarê hezaran can nisarê meqdemê yarin
kesê canan bi can bînit bi ’işqê wî ticaret kir
bi dînarê denî zinhar da yarê xwe nefroşî
kesê yûsif firotî wî di ’alem da xesaret kir
tinê ew secdeya şukirê te bit miḧrabê qewseynan
ku delq û şemil û seccade bi vê avê qesaret kir
di beḧsê le’lê leb her xam narit teb’ê elmasî
welê te’sîrê feyzê mihre tedbîrê ḧeraret kir
di i’caza beyanê da suxen ger bête insafê
dizanit muxteser her kes melêPen name siḧrê ’ibaret kir