’aşiq er carek ji balayê bidit berqa mecaz

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  512 views
’aşiq er carek ji balayê bidit berqa mecaz
dê li nik saḧbidlan ḧetta ebed bit serferaz
keşfê esrarê sifatan bê meḧebbet nabtin
sûretê esma divêtin da bikin jê fehim řaz
lam’a ḧusin û cemalê dê ji ’ilmî bête ’eyn
’işq da jê hilbitin kê dî ḧeqîqet bê mecaz?
ḧusin û ḧub bê yek du nabin dê bikin şah û geda
nûr nadit şu’leya meḧmûd bê şem’a eyaz
me’neya ’işqê dizanî ayeta ḧusnê bixûn
da tu ḧerfên muḧbetê yek yek ji hev kî imtyaz
’aşiqan bê gav lew kalîn ji dil tên şubhê re’d
wan ji balayê dibarin wek birûskan řemz û řaz
kî xeber da kit ji ’işqê key ji ber westan girt
«gir çih rah az zirh zirh sînh suz û cangidazPersian»
aferîn sed aferîn hê min ji wan řa aferîn
ê ji tîrên dilberan da’im di dil peykan û gaz
guh de awazê neyê weqtê sema tên muẍbeçe
fehmê řazê ger dikî çawa dinaln çeng û saz
ew dilê min wek kebûter nabtin kes lewme kit
lew di vê torê we da keftî me dîn sed şahbaz
wer dilo da çîn temaşaya cwananê çemen
wê hilanî ser bi naz û sayeban danê nyaz
sunbul û řeyḧan bi lerzin çîçek û gul ser geřan
nêrgizan ku seyf poşin lew binefşan ẍunçebaz
zulf û sunbul mişk bûy û bisk û sûsin siřşirîn
«siru balaPersian» sebzipûş û gul nişan û ẍunçebaz
nêrgizên qamet zumurrud sergiran hatin xeram
çar etrafan bi řef řef lê bi meş tên sî û qaz
dil bi kê dim ez ji wan? her yek bi ẍencan dil dibin!
dilrubayên canfezayên dilberên ’aşiq newaz
’eqdê iḧramê dema dilber xuya bî «firz ’înArabic»
secdeyek ber wan du birhan nagirt cih sed nimaz
’îde û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
go: melaPen name hingî bixiwazî dê bidim bes tu bixiwaz