neyşekera gerden ji ’ac

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  496 views
neyşekera gerden ji ’ac, dîsa biAlternative Versions: ji řeştozên semed
qewsên li bala ferq û tacAlternative Versions: fala li nik ferqê bi tac, keybiř řeşandin bê ’eded
keybiř řeşandin bê ḧisab, misrî ku dan sîqal û tab
sed rostem û efrasyab, kuştin li wan kerkir cesed
sed padşah û xusrewan, can dan ji ’işqê û řewan
şîrînAlternative Versions: nesrîn û libsê erẍewan, min dîn li bejna «siru qidPersian»
min dîn li bejna ’er’erîn, tayênAlternative Versions: bihna zubad û ’enberîn
bayê seba da çenberînAlternative Versions: bayê sebayê řast û çep, zulf çûne ser nûra semed
zulf çûne ser nûra zelal, carek were bayê şemal
biskan ji ser dêmî vemal, zulfan li ser cuhtê esed
seḧḧarê cuhtê caduwan îro ji řemza ebruwan
dil girt û da ber kaşuwan, ker kir li miskînan kebed
dil girt û da ber xenceran, kuştim nigar û dilberan
me ji destê zulma esmeran, dad û meded dad û meded
dilber ji le’lên xwey şefaf, da min meya gulgûn û saf
deryayê ’işqê qaf û qaf, peyweste têtin cezir û med
ḧusna munezzeh bê misal, serda libasê xet û xal
sergeşte ḧeyran mayî lal, eḧmed ku dî nûra eḧed
ellah ji nûra sermedî, yek qetreyek da eḧmedî
şîrînî û řemzekAlternative Versions: firrek we dî, medhûş ma ḧetta ebed