xelîfey sêyem

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  389 views
le ’eşqî ḧezretî ’usmanî ’effan
serim dana mîsalî go le meydan
nîhalî gułşenî ḧîlim û ḧeya bû
edeb perwerdey baẍî sefa bû
le řeşḧey hewrî xulqî wek beharî
leser bergî şeqayq guł debarî
be nûkî xamey ’enber’efşanî
weha mecmû’ey qur’anî zanî
serîrî xame mujdey bo cîhan bû
delîlî řêgey gumgeştegan bû
be ewcî cîlwey şehbazî qedrî
xîred me’zuwe naga xoyî û fikirî
le kîney ew ḧesûdî pîs tînet
..........Missing
supehrî danîş û xurşîdî ’îlme
le deryay edeb emwacî ḧîlme
sedayî ḧîrete beynî dû keffeyn
yekê bo xoy buwe esḧabî nûreyn
ḧeya mewcê le awî gewherî bû
nîgah setrî leser řûy defterî bû
be teb’î nazkî cewhernumayî
gułîş kewte telaşî aşnayî
le ḧusnî xelqî dił camî tereb gîr
le ewza’î ḧeya dersî edeb gîr
diłî awêney menzûrî dergah
cebînî astanî menzerî şah
xelîfey sêyemî sułtanî lulak
le her alayşî bû damenî pak