xelîfey çwarem

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 3 minutes  300 views
şehî mułkî wîlayet key ’elî bû
muzeyîn tacî ferqî her welî bû
gułî gułzarî alî mistefa bû
çiraẍî nûrî çawî etqya bû
seḧabî ewcî feyzî bû gewherbar
buwe gułşen lewa herçî xes û xar
xemoşî meşreb û ḧîret kelamî
řyazet destigah û hestî camî
medîney ’îlme xoy şahî medîne
«’ilîw babhaArabic» bo em medîne
cemalî şem’î îdrakî me’anî
muḧîtî gewherî siřî nîhanî
diłî piř nûr û sîney mexzenî nûr
le safî tîneta «nur ’ilî nurArabic»
mudeřîs xaneye sefḧey cebînî
kîtabî ’îlme çînî astînî
diłî piř gewherî deryay esrar
eka talîb lewa teḧsîlî efkar
nîgahî seyqelî zengarî ẍem bû
xeyałî berqî xaşakî elem bû
be destî qel’egîr û zulfeqarî
le her la barşî nesret ebarî
sema pestî biłindî qedrî ew bû
sexa meḧcûbî beḧrî cudî ew bû
neseb şah û ḧeseb şah, mistefaxû
cîhangîr û cîhanbexiş û xudacû
be qewlî xarcî gwê megre ey dił
seg û mehtab û xar û xermenî guł
be awazî segan û xukî merdar
zyanî nabê hergîz şêrî cebbar
xelîfey çwaremîn şahî wîlayet
le sûrey «hil ٲtîArabic» basî nîhayet
supasî ḧeq serim dana be îxlas
le yumnî surey «alḧimd axlasArabic»
le dergahî xelîfanî peyember
le îqlîmî hîdayet bûne řehber
be şukirî nî’metî îxlasî her çwar
serî her mû zubanêke le sed zar
le tarîkî şewî cehil û nezanî
hemû her aftabin ger bizanî
ewweł bo asmanî sîdqe siddîq
wekû xurşîde řuxsarî be teḧqîq
duwem şahî serîrî ’edil û îḧsan
sêyem kuhî ḧeya ’usmanî ’effan
çwarem fatîḧî qîla’î xeyber
leqeb şêrî xuda û îsmî ḧeyder
kesê buẍzî yekêkî bê lemane
seg û bê dîn û namûs û îmane
xuda bêzare lêy eḧmed tewella
le lutfî herdû meḧrûme le her la
le feyzî suḧbetî sułtanî «lulak»
seḧabe yek be yek wek gewherî pak
xudaya to kerîm û barî
be ḧeqî mistefa û çwar yarî
be ḧeqî fatîme û ḧusnî sîfatî
be ḧusnî xatîme û hem nûrî zatî
be xwênî naḧeqî pakî şehîdan
ḧiseyn û hem ḧesen dû şahî merdan
be canî cumley esḧab û yaran
be ehlî beyt û nezrî řewzedaran
bisûtêne be berqî yek nîgahê
xes û xaşakî qelbim subḧigahê
zuban û natîqem bû herze guftar
le te’nî al û beyt cumle ebrar
le bazarî guhersencî me’anî
xezef kes naykiřê herçî bizanê!
edeb başe, xemoşî û bê sedayî
le ne’tî al û beytî mistefayî
be çî bim, kełkî çî egirim ke min kêm
ẍubarî nîstîm û wa leber pêm
kefê xakim perêşane wicûdim
sicûdim bê wicûde wek wicûdim
qibûłim ken eger şahan le dergah
be xadîmPen name ya be seg her gah û bêgah