bê wefayî dinya

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  387 views
wefay em çerxe bê tan û poye
cefay bê payan řasî diroye
xirapey çakeye, çakey bedkarî
zanîn şêtîye, şêtî zanyarî
saray hîdayet tarîk dyare
řêy necat yekcar barîk dyare
nałem ney asa şewan le dûrî
zaman piř êşin le nasebûrî
min û mutrîb û diłdar û saqî
bezmê bigêřîn ta şewgar baqî
mutrîb zexme da be çeng leser çeng
dûbare nałey ney bênête deng
gwêm le qehqehey şîşey mey babê
le saqî hadey le êmeş babê
îcazey nezer ba bida dulber
em şewe xoşe nebête seḧer
tarîkî teqwa diłmî têk dawe
řûnakî hergîz tya nemawe
be nûrî bade řûnakî ekem
le qewlî zahîd bê bakî ekem
wa nebî «xadîmPen name», xefetî dunya
’eyş û sirûrit yekcarî eba