dyarîm bo yaran yar û dyare

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  322 views
dyarîm bo yaran yar û dyare
ewey nûsîwme botan dyare
ḧubbî yaran û dyar û nîştiman
nîşaney dîne û meḧkemî îman
bom becê hêştin her be yadgar
qesîde û qisey xoş û hem eş’ar
ta be temaşay dîwanekey min
şad biken diłî dêwanekey min
me’lûme dyarî şwane ałakok
çêştî derwêşan nîske û maşe û nok
paşewarêkim egerçî nebû
murẍî gyanekem wa bê çîne bû
ta le sayey ew lepaş mirdinim
xêrim pê biga hem nawbirdinim
emma le sayey eş’arekanim
ke becêm hêştuwe bo birakanim
wecaẍim řûne zor yadim eken
hîwam pêyane du’am bo biken
wêne û dîwanim bûn be yadgar
nukte û eş’arim bûn be şî’ar
herçend namênim boxom le cîhan
wênem emênê biragel botan
gyanim bo şadî her legełtane
şerîkî ḧuzin û hem û ẍemtane
dête gwê qelbim hawar û dengê
qafłey merg zemzemey zengê
lew řoje dinya binaẍey danra
esrarî mirdin derkewt û zanra
karwan be karwan her dêt û deřwa
sefer le darî fena bo beqa
qafłey mirdin wa menził ebřê
qafłey wiladet cêgey ew egrê
em hatûçoye her le karaye
serim sûř mawe min lem dinyaye
ewey ke řoyî nageřêtewe
em girê kwêre nakirêtewe
kes nehatewe lem řêge řase
bizanîn çîye çe hera û base
xawanî tac û text û hem serîr
destî nakewê le qebra ḧesîr
nemzanî minî bo hêna dunya
îşî çî pêm bû lebo kwêm eba
eger meqsedî ezyetim nebû
le ’edem yekcar asayşim nebû
be karî çî dêm, kełkî çî degirim
ebê her bigrîm hetakû emirim