řoyştin bo řêgey ’edem

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  312 views
ême bo řêgey ’edem her řehřewîn
ẍafłîn lem řêgeye mestî xewîn
bay ecel wek seřseře dêt û deçê
takû sirwey bê, ebê her nesrewîn
bo şikarî destî seyyadî ecel
dest û pê bestiraw her wek kewkewîn
şem’ û perwane û min û cîlwey nîgar
bo wîsalî bezim muḧtacî şewîn
terkî kamî xom ekem bo kamî yar
herçî meylî xoy leser bê her ewîn
çî bû mî’racî miḧebbet terkî ser
hîmmetê keyn lem pile ta serkewîn
ta le seḧrayî cinûn mecnûn sîfet
dûbedûy leyla xerîkî ser řewîn
terkî ser xadîmPen name ekem lem řêgeye
’aşîqan her çend ze’îfin dił qewîn