amojgarîy mirov

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  437 views
nîday meḧremî xełwetgehî seray sirûr
xîtabî ayey to bû «alî alilhArabic» ey meẍrûr
xîtabî ḧezretî canan ełê be her sa’et
ke ey xulasey teqdîr û zubdey meqdûr
cîhan û ehlî cîhan bê wefa û bed ’ehdin
ke dostanî ḧesûdin we dujminanî ẍeyûr
firazî dûr û dirêjit gelê leser řêye
le astanî ’edem ta be dadgahî nişûr
mekanî ’arîyeye to demê ke mîwanî
weha meke lebo ’alemî bibî be nifûr
çe quwetêke lebo qûtî luqmey nanê
hetakû em şikemey xîre ser bikey me’mûr
we ya çe zor û te’eddaye bo pelasî lîbas
be her demî diłî mexlûqî xwa ekey řencûr
heta key em hemû zorit legeł ’îbadî xuda
be małî merdimî bêçare bes ke qesir û qisûr
hetakû ḧurmet û cahî be destî xotbînî
bîna ekey le hemû lawe fîtne û şeř û şor
hetakû kwê deçî ’umirit geyşte ḧefta sał
serit delerzê le pîrî û pê leser lepê goř
le katî ḧeşir û ḧîsaba çe me’zîret dênî?
be ḧukmî meḧkemey ḧeq to nabî qet me’zûr
kewabû besye, nemawe, mecalî dunyaket
xuda ẍefûre be tobe gunah ebê meẍfûr
be eşkî ḧesretewe teř ke xakî dergehî
biłê ke «tibit alîk alhî ٲnit ẍifurArabic»
egerçî zore gunahit be çeşnî şax û cebel
xuda be perdey ’efûy hemûy eka mestûr
be ahî nîwe şewt dête gwêt le ’alemî ẍeyb
be mujdey seḧerî «an ribna liẍfurArabic»
îlahî ’ebdî to xadîmPen namey ḧebîbî tom
umêdî meẍfîretim lutfî toye yewmî nişûr