bo dûrîy dulber wełam nardin

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  378 views
bo dûrîy azîz destekey çepgerd
hawîştî bo kwê çuwe morey nerd
we’dey sefer hat, ey nesîm aman
bo lay azîzim biço wek caran
be zubanî ḧał qisey bo bike
ewweł selam û du’ay lê bike
duwem le ḧałî peşêwî ḧałim
le bextî bed û biranî małim
le bê qerarî le destî dûrî
le bê aramî le nasebûrî
le sozî şerar agirî hîcran
le nasorî zam tîrekey mujgan
le qirçeqirçî cergî cefakêş
le welweley derd derûnî derwêş
le kizey xwênaw le çawan hatû
le giranî bar qamet dûta bû
le bê xewî şew elweday seḧer
le nałey e’za le sozî ciger
le hawarî ten maławayî gyan
le destî felek nałey el’eman
emane yek yek bo řoḧî řewan
be edeb bike teqrîr û beyan
biłê derûnim piř le zûxawe
esbabî mirdinim amade kirawe
ba bê bo çarey derdî giranim
merhem dabnê leser zamanim
merhem û lutif û řeḧmî ew yare
le diłî «xadîmPen name» der ka pejare