kudûret kuştimî yaran! le diłhada sefa kwê çû?

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  456 views
kudûret kuştimî yaran! le diłhada sefa kwê çû?
cefacom cem’î eḧbabin! biłên axir wefa kwê çû?
be xwênim tîşne cem’êkin ke her yek xwêşxon řesmen!
myancî bû wefa, hesta le beyna, bes ḧeya kwê çû?
cesaret berzexî şermî le řûha daye la, her sû
ẍerezha aşkara bû, le diłha meyleha kwê çû?
le diłma şekweha bû, ey seba! to muxteser bîłê
ḧuqûqî suḧbetî dêrên û řencî sałeha kwê çû?
çiray sed qesrî dił kujra, heta yek zaxe bû me’mûr
beraber zaxe axê ken, çiraẍî qesreha kwê çû?
be qesdî kuştinî salimPen name çi bê řeḧmane koşîwin
ḧedîsî «yerْḧem û terْḧemArabic» le şe’nî aşna kwê çû?!