lêwî to ew wexte ser saẍer deçû
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
1 minutes
911 views
lêwî to ew wexte ser saẍer deçû
lêwî saẍer xozge lêwî min debû
nabřê awî ḧeyatîş tîşnegîm
awî tîẍî to meger teř ka gełû
çawit axir bo be xwênim tînuwe?
qet le hîç cê nebwe ahûy şêrxû
zułfî wek cewşenleber kê dîwyetî?
ẍeyrî diłber kes zirê naka le mû
dił neperja tîrî nazit bose da
wek le awî dey be peřřan derdeçû
salimPen namey bo dił le zułfa zeḧmete:
cumle e’za zexim û menził muşkibû