nema řengim, bebê dîdarî eḧmed

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  541 views
nema řengim, bebê dîdarî eḧmed
çi diłtengim, bebê řuxsarî eḧmed
serî piřşořşim sewdayî hîcran
dû çawim ta seḧer bêdarî eḧmed
debarê eşkî xwên guł guł le çawim
wekû le’lî lebî gułnarî eḧmed
bînayîm tar û eşkim sûr û řeng zerd
derûn piř nar û leb piřbarî eḧmed
le dewr qutbî xeyałim wek cedîwar
le meẍrîb ta beyan dewwarî eḧmed
zemane merkez û ew nuqtekey naw
diłim dewrî nuqte peřgarî eḧmed
dirextî «kin fikanArabic» ewweł ke nêjra
cîhan hat şax û berg û barî eḧmed
lejêr barî xefet salimPen name sebûr be,
denêrê eḧmedit muxtarî eḧmed